AZADIYA WELAT - RÛPELA PÊSIN
 
Add a comment
Recommend
Print
Tomar bike
Font Size : 12 punto14 punto16 punto18 punto

07 Ekim 2011 08:38
‘Ji me re behsa azadiyê bike’

‘Ji me re behsa azadiyê bike’ Hûn hingê bi rastî azad in eger rojên we ne bêyî kul û xeman bin û þevên we jî ne bêyî xemgîniyê bin lê dema ew dorlêgirtinê li we dikin û dîsan jî hûn tazî û berbendnekirî hildikevin...

XELÎL CÎBRAN*

Bêjer ji peyamber xwest ku ji wan re behsa ‘Azadiyê’ bike. Û wî bersiv da: Min dîtiye ku hûn li ber deriyê bajar û li malan xwe diavêjin erdê û ayîndarî û îbadeta azadiya xwe dikin mîna ku çawa kole jî xwe dipindirînin û li hemberî stemkar wî dipesinînin tevî ku ew wan diþeliqîne û qamçî dike jî. Belê, min di nav bexçeyên ayîngehê û sîbera asêgehê de dîtiye ku çawa ji we yên herî azad azadiya xwe mîna nîr û kelepçeyan hildigirin. Û ji dilê min xwîn herikî ji ber ku hûn tenê hingê dikarin azad bin eger ku daxwaza lêgerîna azadiyê ji we re zirx be jî, eger ku hûn êdî ji azadiyê ne wek armanc û bicîhatinê bipeyivin.
Hûn hingê bi rastî azad in eger rojên we ne bêyî kul û xeman bin û þevên we jî ne bêyî kêmasî û xemgîniyê bin lê dema ew dorlêgirtinê li we dikin û dîsan jî hûn tazî û berbendnekirî hildikevin raserî wan.
Û hûn ê çawa bikarin hilbikevin raserî þev û rojên xwe eger hûn wan zincîran, ên ku we têgihîna nîvroya xwe li dema berbanga spêdeyê pê berbend kiriye, neþkînin ji ber ku bi rastî jî ew, a ku hûn wek azadî dinavînin, ji van zincîran a herî pihêt û bihêz e tevî ku xelekên wê li ber tavê dibiriqin û teyisa xwe didin çavên we jî. Û ma eger hûn azad bibin ji bilî pirtikên ji xwe bi xwe hûn ê dev ji çi berbidin? Eger hûn bixwazin zagonek nedadperwer hilbiweþînin, we bi xwe ew bi destên xwe li ser eniya xwe nivîsiye. Hûn ne dikarin bi þewitandina pirtûkên xwe yên qanûnê û ne jî bi þûþtina eniya dadgerên xwe wan qanûnan biruxînin tevî ku hûn hemû ava deryayê jî derbidin ser. Eger hûn bixwazin ku stemkarekî ji ser textê wî biavêjin, pêþî baþ binerin ku textê wî, yê ku di dilê we de ye, hatiye ruxandin ji ber ku ma stemkar dê çawan bikariya desthilatiyê li kesên azad û serfiraz bike eger di azadiya wan de stemkarî û di serfiraziya wan de jî rûreþî tine be. Û eger hûn dixwazin ji xemên xwe azad bibin, kesekî ew nekirine barê we lê we bi xwe ew bijartine. Û eger hûn dixwazin ji tirsa xwe bifilitin, ew tirs ne di destê yê hûn jê ditirsin de lê di dilê we bi xwe de ye. Bi rastî her hesta we di we bi xwe de bilebite û ew digihin hev, her tiþt, hem ên ku hûn bêriya wan dikin û hem jî yên ku hûn jê ditirsin, hem ên nakok û hem jî yên ku hûn pûte pê didin, hem ên ku hûn hêvî dikin û hem jî yên ku hûn dixwazin jê birevin. Hemû ev tiþt rapêçayî mîna tav û sî, ku cotên hev in, di we de dilivin. Û dema sî diçilmise û wenda dibe, ronahiya bermayî ji bo ronahiyek din dibe sî. Û bi vî awayî azadiya we jî, dema ew ji bend û zincîrên xwe azad dibe, bi xwe dibe nîr û zincîrên azadiyek hê mezintir.
Û rahîbe peyivî û got: Ji me re basa Awez û Hezê bike.
Û wî wiha bersivand: Pirî caran giyanê we meydana cengê ye, dema ku awezê ango aqilê û ponijên we li hember hez û xwestekên we di þer de ne. Xwezî min bikariya di giyanê we de bibûma aþtîçêker û min bikariya nakokî û dijberiyên we di we de bikirana lihevkirin. Lê ma ez ê çawa bikarim wisan bikim eger hûn bi xwe jî di dilê xwe ne aþtîçêker bin û hemû taybetmendiyên xwezaya xwe nepejirînin?
Awez û xwestekên we dûmen û bawana giyanê we ne ya ku mîna keþtiyan li deryayê diseyire. Eger bawan û dimenên we nexebitin, hûn dikarin tenê bi birina ba bêser bilivin an jî li nava deryayê bimînin. Ji ber ku eger tenê aqil desthilatdar be, ew hêzek sînorker e lê heza bêçavner û bêrêzkarî jî bi tenê pêtek agir e ku diþewite û xwe pê diruxîne. Loma bihêlin ku bila giyanê we bi awezmendî serkêþiya xwestekên we bike daku xwestekên rojane bi dilxweþî hilbikevin, mîna balinde Fênîks ji xweliyê.
Hêvî dikim ku hûn li aqil û xwestekên xwe wisan binerin mîna ku ew du mêvanên li mala we bin. Bêguman hûn naxwazin hurmet û giramiyê bidin yekî û yek din bê qedir û qîmetê bihêlin. Ji ber ku ew, ê ku kesekî ji yê din baþtir dihesibîne, evîn û baweriya herduyan jî ji dest dide.
Dema hûn li çiyayan li bin sîbera spîndarên spî rûdinin û hûn ji aþtî û aramî û zelaliya mêrg û zeviyên dûr zewqê distînin, bihêlin dilên we di bêdengiyê de bipeyivin: "Yezdan bînvedanê xwe di aqil de dike." Û dema bahoz bê û bayek pihêt daristanê vebiweþîne û gurmîna birûskan hêzdarî û gewreyiya esman rabigihîne, bihêlin bila dilê we di tirsa xwe de bibêje: "Yezdan di coþê de dilive." Û ji ber ku tu bi xwe jî di mîrekiya Yezdan de nefesek î û li nav daristana Yezdan jî pelek darê yî, divê tu jî di aqil de bîna xwe bidî û di coþê de bilivî.
Û jinek peyivî û got: Ji me re basa Êþ û Janê bike.
Û wî got: Jana we þkandina qepûþka mîdyeyê ye ku têgihîna we disitirîne, mîna ku çawa divê qepûþka fêkî jî biþkê daku kakil û dilê wê tavê bibîne, divê hûn jî wisan fêrî êþ- û jankiþandinê bibin. Û eger dilê we bikare ji sosretiyên rojane fam bike, êþ û jana we jî dê ne ji kêfxweþiya we kêmtir an zêdetir sosret û perçoyî be. Û hûn dê demsalên dilê xwe jî mîna wan demsalan, ên ku bi ser zeviyên we de tên, pêþwaz bikin û bipejirînin. Û hûn dê bi aramiyek bêdeng li zivistana janên xwe temaþe bikira.
Piraniya jana xwe we bi xwe bijartiye. Jan vexwarinek tal e ku nojdar û hekîmê di we bi xwe de veþartî eziya xwe ya nesax pê sax dike. Ji ber wê yekê baweriyê bi nojdarê xwe bînin û dermanê wî bi bêdengî û bi aramî vebixwin: ji ber ku destê wî, tevî ku giran û req e jî, di bin serkêþiya destê nazenîn destê yê Nedîtî de ye. Û ew qedeha ew tîne, tevî ku lêvên te biþewitîne jî, ew ji bekreyê, ya ku Cerçêker bi ronikên xwe yên pîroz þil kiriye, hatiye çêkirin.
*Ev pasaj ji pirtûka Xelîl Cîbran a bi navê ‘The Prophet-Pêxember’ hatiye wergerandin

Ev nûçe 1590 car hate xwendin.
Yên pêsî || ên pistî >>
Add a comment

Bu habere yorum yazabilmeniz için üye olmanýz gerekiyor.
Ücretsiz üyelik için týklayýnýz!
Pêsniyar Bike
Vê Nuçe ji hevalê xwe re pêsniyar bike.
*Navê hevalê te:
*E-nameya te:
*Agahi :
 
* Dagirtina qadan tevan binêvê ye!
Sirove ( 0 / 0 )
Nûçeyên Wêje
Nivîskar »
1
Ehmedê Huseynî

Sibehên þopa te

Tayîp Temel

Zemîna tifaqên nû

Azadiya Welat

» RSS  » Site Map
© 2011-2011 Azadiyawelat. A DM-News Company. All Rights Reserved. Terms under which this service is provided to you. Read our privacy guidelines. Contact us.