AZADIYA WELAT - RÛPELA PÊSIN
 
Add a comment
Recommend
Print
Tomar bike
Font Size : 12 punto14 punto16 punto18 punto

19 Kasim 2011 08:09
‘Ji bo aþtiyê bûm redkara wîjdanî’

‘Ji bo aþtiyê bûm redkara wîjdanî’ Jina ciwan a bi navê Burcu Arslan ji bo ku piþtgiriyê bide aþtiyê û li dijî þer derkeve bû redkara wîjdanî

Jina ciwan a bi navê Burcu Arslan ji bo ku piþtgiriyê bide aþtiyê û li dijî þer derkeve bû redkara wîjdanî û wiha got: “Ez li piþt bindest û kesên têkoþîna mafan didin cih digirim. Ez têkoþîna ku ji bo neyên kuþtin têdikoþîn diparêzim. Li ser bedena jinê þerekî qirêj tê meþandin. Tecawizî milîtanên jin ên ku di þer de jiyana xwe ji dest didin dikin. Ji bo ez li dijî vê yekê derkevin piþtgiriye didim aþtiyê.”
Piþtî ku Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê, der barê biryara Tirkiyeyê ya li dijî Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê ya ji bo Redkarê Wîjdanî Osman Murat Ulke pêk neanî, xwest ji meha îlonê heta meha kanûnê sererastkirinê bike. Piþtî vê hiþyariyê dîsa pirsgirêka Redkarên Wijdanî ket rojeva Tirkiyeyê. Redkariya Wijdanî ku wekî parçeyekî mafê azadiya ramanê û baweriyê ye û mafên mirovan ê rewa ye gelek kes serî li vî mafî didin û dixwazin li dijî þer û kuþtinê biryara xwe aþkere bikin.
Hemû welatên ku endamên Konseya Ewropayê ne ji vî mafê xwe sûdê digirin. Ji bo li dijî leþkeriya bi zorê derkevin ev çalakî tê lidarxistin.
Lê li Tirkiyeyê kesên vî mafê xwe yê rewa bikar tînin rastî lêpirsîn, girtin û cezayan tên. Mafê reda wîjdanî ku yekem car li Danîmarkayê di sala 1917’an de hate bikar anîn. Ji sala 1967’an û heta niha jî di qada navneteweyî wekî mafekî mirovahî û gerdûnî hatne qebûl kirin. Li welatên Yekîtiya Ewropayê ji 27 welatan li 14 welatan leþkeriya bi zorê heye. Li 13 welatên Ewropayê leþkerî ne mecbûrî ye. Li Almanyayê tê gotin ku kes bi zorê nikare biçe leþkeriyê. Her sal 150 hezar kes ji vî mafî sûdê digirin û naçin leþkeriyê. Li hemberî vê yekê di saziyên ciwan, jin, malbat û tenduristiyê de 9 mehan xizmeta altertanîf dikin.

REDA WIJDANÎ
Li Avusturyayê ev maf di sala 1991’an de hate naskirin. Wezîrê Karên Hundir li hemberî vî mafî xizmeta alternatif a 12 mehan dide. Leþkerî 8 meh e. Li Danîmarkayê ev maf di sala 1917’an de hate naskirin. Li hemberî vî mafî 9 mehan xizmeta alternatif didin. Li Fînlandiyayê kesên naxwazin biçin leþkeriyê di bin banê Wezîrê Xebatê de 13 mehan karê alternatif ditik. Leþkerî 6 meh in. Li Swêdê kesên naçin leþkeriyê xizmeta alternatîf 7,5 mehan dikin. Li Yunanistanê ji sala 1998’an heta niha ev maf tê bikar anîn. 23 mehan xizmeta din heye. Leþkerî 12 meh in.

NEFRETÊ DIKIM
Keça efser Burcu Arslan, ku bavê wê li Qers û Tetwanê peywir kir û teqawid bû, ji bo ku piþtgiriyê bide aþtiyê û li dijî þer derkeve bû redkarê wijdanî. Arslan, anî ziman ku dema bavê wê di salên 1995, 1996 ve 1997’an peywirdar bû her tim di nava tirsê de bû û wiha got: “Ez li piþt bindest û kesên têkoþîna mafan didin cih digirim. Ez têkoþîna ku ji bo neyên kuþtin têdikoþin diparêzim. Li ser bedena jinê þerekî qirêj tê meþandin. Tecawizî milîtanên jin ên ku di þer de jiyana xwe ji dest didin dikin. Ji bo ez li dijî vê yekê derkevin piþtgiriyê didim aþtiyê.”
Arslan, anî ziman ku dema bavê wê li Qers û Tetwanê peywirdar bû ew xwendekara dibistana seretayî bû û her tim di nava tirsê de bû û wiha got: “Li teniþta lojmanên me piþta helikopterê hebû. Ez ji kesên leþkeran dikujin nefterê dikim. Me di rêwîtiya nava bajaran de otobus bikar nedi anî.
Em her tim bi balafirê diçûn û dihatin. Dema em diçûn Wanê û dihatin jî em bi maþiyên zirxi diçûn û dihatin. Ji me re digotin pêþiya otobusan digirin û leþkerên tirk dikujin. lîsteya esnafên bi guman didan me. Digotin ji vana dan û stendinê nekin. Alîkariyê didin PKK’ê.”

ÞERÊ QIRÊJ
Arslan, bal kiþand ser helwesta medyaya tirk û pêkanînên li ser cenazeyên PKK’ê yên jin û wiha got: “Dema ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hate girtin min jî wekî gelek tirkan xwest li Enqereyê bê darvekirin.
Lê her tim dayika min ez înka kirim û nefreta di hundirê min de vemirand. Piþtre ez fêrî rastiyê bûm û ji ber vê yekê min biryar da ku ez bibim redkara wijdanî. Her çend wekî biryara mêr be jî divê her kes piþtgiriyê bide. Pêkanînên li ser bedena jinê nayê qebûl kirin.
Tecawîza li ser bedana jinê nayê qebûl kirin. Piþtî endamên jin tên kuþtin tecawizî bedena wan dikin. Ev nayê peijrandin.”
Arslan, destnîþan kir ku ji bo ev þerê qirej bi dawî bibe biryara redkariya wîjdanî da û wiha berdewam kir: “Dayikên dibêjin bila welat sax be divê dîsa bifikirin. Banga þer bandorek çawa li ser wan dike. Binêrin Serokê Giþtî yê MHP’e Devlet Bahçelî leþkerî nekiriye. Lê herî zêde ew þer dixwaze. Ez naxwazim bi ciwanên kurd re þer bikim.”
Redkarê Wijdanî Mazlum Çelîk jî wekî Arslan nêrînê xwe anî ziman û diyar kir ku li dijî kurdan þerekî qirêj tê meþandin û ji bo ciwan neyên kuþtin vî mafê xwe bi kar tîne. ENQERE - DÎHA

Ev nûçe 1050 car hate xwendin.
Yên pêsî || ên pistî >>
Add a comment

Bu habere yorum yazabilmeniz için üye olmanýz gerekiyor.
Ücretsiz üyelik için týklayýnýz!
Pêsniyar Bike
Vê Nuçe ji hevalê xwe re pêsniyar bike.
*Navê hevalê te:
*E-nameya te:
*Agahi :
 
* Dagirtina qadan tevan binêvê ye!
Sirove ( 0 / 0 )
Nûçeyên Jin
Nivîskar »
1
Ehmedê Huseynî

Sibehên þopa te

Tayîp Temel

Zemîna tifaqên nû

Azadiya Welat

» RSS  » Site Map
© 2011-2011 Azadiyawelat. A DM-News Company. All Rights Reserved. Terms under which this service is provided to you. Read our privacy guidelines. Contact us.