AZADIYA WELAT - RÛPELA PÊSIN
 
Add a comment
Recommend
Print
Tomar bike
Font Size : 12 punto14 punto16 punto18 punto

14 Aralik 2011 07:37
‘Hêz bidin tevgera serhildanê’

‘Hêz bidin tevgera serhildanê’ Girtiyên PKK û PAJK’î yên li girtîgehên Tirkiye û Kurdistanê girtîne û ketine greva birçîbûnê daxuyandin ku di serî de malbatên wan, raya giþtî û derdorên demokratîk bila bi hestyar bin û hêz bidin tevgera serhildanê

Li ser navê girtiyên PKK û PAJK’î Denîz Kaya daxuyaniyek nivîskî da û diyar kir ku greva birçîbûnê ya girtiyên PKK û PAJK’î ya ji bo balê bikiþînin ser tecrîda Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dê bidome. Kaya di daxuyaniyê de diyar kir ku weke ku tê zanîn di 1’ê kanûnê de daxuyanî dabûn û diyar kiribûn ku ji bo protestokirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û terora girtinê ya ser gelê kurd wek girtiyên PKK û PAJK’î dest bi greva birçîbûnê kiribûn. Kaya da zanîn ku piþtî vê biryarê rejima þer a taybet zext, zordarî û polîtîkayên qirêj ên li ser hevalên di girtîgehan de zêdetir bûye û wiha got: “Di girtîgehên ku hevalên me lê dimînin roj tune ye ku agahiya îþkenceyê nayê. Her roj sewqkirinên bi zorê û êrîþ pêk tên.”
Kaya di daxuyaniyê de tiþtên ku tên jiyîn wiha vegot: “Serokwezîrê Tirkiye û hikûmeta AKP’ê þerm nakin û dibêjin li girtîgehan zimanê kurdî serbest e û girtî dikarin bi kurdî biaxivin. Em ji vir îlan dikin ev dereweke mezin e, xapandin e. Li girtîgehan wek duh, îro jî zimanê zikmakî qedexe ye, tê astengkirin. Tu weþanên kurdî nadin me yan jî bi zorê j ime pereyê tercûmanan tê xwestin. Dema ku em pere nedin jî ew weþan wek tiþtek taluke tê nirxandin û nayê dayîn. Tu rojname, kovar û pirtûkê muxalîf-demokrat nayê dayîn. Tiþtên ku malbatan diþînin jî yan winda dibin an jî di rewþekê ku neyê bikaranîn digihîje destên me.

‘GIRTIYAN DERMAN NAKIN’
Kaya da zanîn ku mafê qada hevpar ku di fermiyetê de hefteyê 10 saet e li tu girtîgehê de nayê pêkanîn, di nava tecridê, tecrîd tê jiyîn û wiha got: “Girtiyên nexweþ û yên di sinorê mirinê de ne jî bi hiþmendiyê nayên dermankirin û terkî mirinê tên kirin. Sewqên nexweþxaneyan nayên kirin, dermanên ku tên dayîn an nadin nexweþan an jî bi pere didin. Rayedarên girtîgehan pereyên ku malbatên girtiyan ku ji girtiyan re diþînin di bin navê ‘sermayeya digere’ nadin girtiyan.
Hevalên me yên girtiyên nû bi zorê dixin nava îtirafciyan û dixwazin bibin sixûr.” Kaya da zanîn ku tecrida li ser girtiyan ne bes e li malbatan jî îþkence dikin, malbatên ku tên hevdîtinan ji lêgerîneke dijmirovahî derbas dibin, divê yan bi awayekî tazî bên lêgerin an jî hevdîtin tê astengkirin.
Kaya diyar kir ku hikûmet û wezaretê hiþyar dikin û wiha got: “Dawî li polîtîkayên zext, îþkence û antî-demokratik bînin. An jî em ê sekna xwe hiþktir bikin. Heke sekna me hiþk bibe ji tiþtên ku bên jiyîn ne em, hikûmeta AKP’ê û wezaret berpirsyar e.”
Kaya destnîþan kir ku di girtîgehan de pêkanînên ku 12’ê Îlonê jî derbas dibin hene û wiha pê de çû: “Bi taybetî li girtîgeha Osmaniyeyê ewlehiya jiyana hevalên me tune ye. Hevalên me yên li girtîgeha Osmaniyeyê ne her roj bi zextek girantir rû bir û dimînin, dibe ku her dem ji wir agahiyek mirinê bê. Em bang li parêzvanên mafên mirovan û partiyên ku li meclisê komên wan hene dikin ku di serî de li girtîgeha Osmaniyeyê li hemû girtîgehan lêkolînan bikin. Heke ev wehþet û qirkirin bi dawî nebe em ê greva xwe ya birçîbûnê bidomînin. Biryara me teqez e, tu hêz nikare me ji biryara me vegerîne. Banga me ev e ku di serî de malbatên me, raya giþtî û derdorên demokratîk bila bi hestyar bin û hêz bidin tevgera serhildanê.” AMED

Ev nûçe 244 car hate xwendin.
Yên pêsî || ên pistî >>
Add a comment

Bu habere yorum yazabilmeniz için üye olmanýz gerekiyor.
Ücretsiz üyelik için týklayýnýz!
Pêsniyar Bike
Vê Nuçe ji hevalê xwe re pêsniyar bike.
*Navê hevalê te:
*E-nameya te:
*Agahi :
 
* Dagirtina qadan tevan binêvê ye!
Sirove ( 0 / 0 )
Nûçeyên Nûçe
Nivîskar »
1
Ehmedê Huseynî

Sibehên þopa te

Tayîp Temel

Zemîna tifaqên nû

Azadiya Welat

» RSS  » Site Map
© 2011-2011 Azadiyawelat. A DM-News Company. All Rights Reserved. Terms under which this service is provided to you. Read our privacy guidelines. Contact us.