Hêlîn CÛDÎ - ÊRÎVAN
Keremê Seyad evîna wî ya ji bo Radyoya Dengê Êrîvanê di deh saliya wî de dest pê dike û 50 salan di radyoyê de dixebite. Keremê Seyad nêrînên xwe yên wê demê parve kir.
XEZEBA ROMÊ
Seyad diyar dike ku kalikên wî di sala 1909’de derbasî Ermenistanê bûne, tevî civaka Ermeniyan, dema dewleta Romê (Tirk) li Kurdên êzidî hatibû xezebê û qir dikir car alî direvîn. Seyad dibêje; “Hema wî çaxî niha ez bibêjim di rojnameya Riya Teze de þiklê wê heye di hejmarê teze îro de derketiye. Kurapekî bavê min Hesoyê Mamo wekî hevpeyvînê dide Heciyê Cindî di rojnemaya îro de heye. wextê revê lê dinêre xuþk û birayekî bavê min li ber derî runiþtine, digirîn. Hesoyê Mamo dibêje hûn çima digirîn? Dibêjin dayîk û bavê me xuþk û birayên me hemû reviyane çûne, em tenê mane. Ew Hesoyê Mamo her dû xuþk û bira tîne ber çemê Erezê, digihîne wana û derbasî vî alî dibin. Xwîþk û birê bavê min derbasî vî alî dibin û hêsîriyeke gelekî mezin de xelayê birçîbûnê çi çetinahiyê bibêjî dibînin. Dewleta Romê dikeve pey tevahî gelê ku ji wir direve, dixwaze wan qir bike.”
QEYDA DENGÊ BAVÊ WÎ
Keremê Seyad dengê bavê xwe jî qeyîd kiriye û wiha qala çîroka bav û kalikê xwe dike; “Tê dertê vira nêzîkî bajaroka Eþterekê ye. Wî çaxî bavê min gilî dikir, dengê bavê min heye, min li gel xwe qeyt kiriye, bi xwe gotiye. Gotiye wekî kalikê min Xalitê Çolo wî çaxî çûye cihekî pîrka min Kewê yekî diþîne pêþiya kalikê min Xalit, dibêje jêre bibêjin ‘bila di wê riyê re neyê, Rom li wê derê ye wê Rom wî bigire emaneta bigire here. Ew ê ku diçe pey kalikê min dereng diçe heya diçe êdî kalikê min Êdû tê Rom wî digire. Rom ferman dide, dibê biçin pêncî mêrî bigirin werin. Cêrgê didin sekninandinê pêncî mêrî, kakê min jî didin sekinandin, bavê min jî didin sekinandin bavê min hingê 14 salî bûye.. Bavê min gilî dikir dengê wî heye, dengê her tim dibihîzim bêhna min jî pê dertê. Hey ber xwe dikevim hey çi bêjî tê bîra min. Kalikê min dibêje Simo ew jî di nava cêrga de bûye di nav wan kesan de bûye, dibêje ‘Tu dikarî nav wana de Seyad xilas bikî? ew jî dibêje ‘Hey mala te xirap be ez ê Seyad çawa xilas bikim êdî me dibin diçin. Rom dijmire pêncî yek derdikevin bavê min yê pêncî yekê bûye yê dawiyê û di nav wan kesan de yê herî biçuk bûye. Pehînekê li bavê min dixin orta wan mirovan derdixin dibêjin here. Wî çaxî bavê min xilas dibe. Lê kalikê min Xalitê Çolo digirin.”
‘KALÊ MIN STRANBÊJ BÛ’
Kalikê Kerem jî, weke her kurdekî dengbêj bû û hin bîranînên dengxweþiya kalikê xwe vedibêje; “Mirazekî Elo hebû li gundê Heko de. Wan salên zemanên kominîstiyê digot Kerem wekî niha îznê bidin ez bidim derbasî wî alî bibim ez dizanim me kalikê te li ku derê veþart. Digot ‘Kalikê te dengbêj.’ Digot diavête ser zelûliya xwe, diavête ser halê xwe, gelek li ber xwe diket. Wisan got. Kalikê min bi erebê ve girêdidan pê kevir didan kiþandin wekî ga. Wisa bi wan kederan kalikê min tê kuþtin, bavê min careke din derbas dibe, ji Ermenistanê diçe Tiblîsê. Bajarê Tiblîsê de demek dirêj nêzî 9-10 salan dimînin.
Zemanekî li wir dimînin wê derê êdî bavê min yekî binecihê wê derê gelekî xwendî bûye, xwendina wî Rusî bûye û zane bûye. Wî çaxî bavê min dikeve ser xebatê. Xebata poþtê poþta dewletên Ermenistanê, Rûsyayê Sovyeta wî çaxî dibirin Cutvayê teslîm dikirin.”
DÎTINA PISMAMÊ XWE
Kerem wiha qala bavê xwe jî dike; “Bavê min yekî serwext bû. Wî çaxî navbera herdû kalikên min Xalitê Çolo Bêmalê Evdî gelek xweþ bûye. Dure kalikê min Bêmal dibêje ‘ser xatirê biratiya min û Xalit ger xwestina Seyad hebe ez ê qîza xwe Gulê bidim Seyad.’ Wisa li hev tê bavê min diya min distîne. Bavê min gilî dikir digot; Kerem kurê min dema cimaeta me tevahî hatin Ermenistana Rojhilat wê derê êdî gund gundî miletiye. Min ji serkarê xwe re got ez dixwazim biçim Ermenistanê gundê xwe nav pismamên xwe.
Serkarê min got ‘Kerem were neçe, heyfa te tu kadroyek hêjayî, kurekî zaneyî, neçe. Bêrê xwe dayê ku ez dixwazim biçim êdî acizbû got; diqewime ew solê sêsed manetî lingên te dêþînin.’ Got ma ev riya çûna Ermenistanê nîne û rê nîþanî min da, got ‘tu yê çawa vî þixulê xwe, karê xwe bihêlî herî, têkevî nava wa qirqiraça, kir û nekir nekarî min ji biryara min vegerîne.”
Evîna Radyoya Erîvanê di 10 saliya wî de dest pê dike
Kerêmê Seyad di 10 saliya xwe de dest bi xebatên Radyoya Dengê Êrîvan a ku rolek girîng di çand û wêjeya Kurd a ku li Kurdistanê hatibû qedexekirin de leyîst, dike. Seyad 50 salên xwe dide Radyoyê û wiha behsa evîna xwe û Radyoya Dengê Êrîvanê dike; “Demek niha min 7 deh salî derbas kirine. Li ser 7 deh saliyan jî sê sal 73 sal. Her deh salek zemanek e. Zemanê zarokatiyê ye. Min deh saliya xwe ya zarokatiyê de dema çûm dibistanê nabeje payê xwe bidim, lê bavê min gelek guh dida ser xwendinê. Nedixwest wekî ez derveyî dibistanê bimînim. Çûm dibistanê hîn bûm. Lê min hema di 10 saliyê de ji xebata radyoyê gelekî hez dikir. Radyoyê dîwaran hebû her malê dihatin radyo di dîwaran de dikirin. Rast bibêjim, min ew radyo dida ber guhê xwe min got ‘gelo xwedê vana bi çi cureyî bernameya çêdikin’. Min bernameyên Ermenî Rusî hemû guhdar dikir, wisa dizanî kîjan deqêde wê xeber bê dayîn. Min xebata radyoyê bi wî cureyî hes kir, heyanî gihiþtim dersxana 6-7 heyanî 8 an.”di aliyê maqaledariyê de hatiye kifþê, meqeleyên rexnegiriyê dinivîse.”
ANF
Ev nûçe 646 car hate xwendin.
Yên pêsî ||
ên pistî >>