Birayê Firat Îzgîn (15) ku ji bo tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan þermezar bike agir berda bedana xwe, Mesut Îzgîn diyar kir ku birayê wî di dema lêpirsînê de ji bo dilsoziya xwe ya bi PKK'ê re vebêje dirûþm berz kiriye û gotiye wî ji bo Ocalan bedenê xwe daye ber agir. Îzgîn destnîþan kir ku ji ber lêpirsînê mudaxaleya bijîþkan dereng ketiye û wiha got: “Dewletê bi zanebûn mudaxale asteng kir lewma em ê hesap bipirsin.”
Bavê Îzgîn Ramazan Îzgîn dema ku dixwaze kurê xwe xilas bike, destên wî û hind cihên rûyê wî diþewite. Ramazan Îzgîn diyar ku ew bi dayika Firat re derketiye sûkê û bûyer bi van hevokan vegot: “Dema ku em hatin gund ez rasterast çûm malê. Li derûdor bêhneke cuda hebû. Di destên min de jî hind tiþtên ku me kirîbûn hebûn. Li ber malê ji niþka ve topeke ji agir ket ber min. Min destpêkê fêm nekir. Ez matmayî mam. Wê demê Firat hîn li ser hiþê xwe bû, lê nedihat nasîn. Min jê re got; tu kî yî? Wî jî ji min re got; ez Firat im. Jixwe piþtî wê tiþtek nayê bîra min.”
Dayika Firat Menfîat Îzgîn ku 11 zarokên wê hene bi alîkariya zarokên xwe li ser piyan dimîne bi gotinên wekî; ‘ez bi kîjan hevokan lawê xwe vebêjim’ lorand. Dayika Îzgîn gotinên; ‘bila welat sax be’ jî tevî lorînên xwe kirin.
LÊPIRSÎNA CENDIRMEYAN
Birayê Firat Mesut Îzgîn jî anî ziman ku hema hema hemû bedenê Firat þewitîbû û got di dema bûyerê de ew ne li malê bûye û wiha axivî: “Dema ku bavê min tê malê birayê min di nava pêtên agir de dibîne. Hewl dide ku agirê li canê wî ketiye vemirîne. Di wê kêlîkê de destên bavê min jî diþewite. Piþtî ku min agahiya xweþewitandina wî girt, ez çûm nexweþxaneya dewletê ya Midyadê û 2 saetan li benda wî mam. Dema ku birayê min dibin nexweþxaneyê ji aliyê fermandarê cendirmeyan ve tê lêpirsînkirin. Cendirme soza helîkopterê da lê rê nekirin. Birayê min di lêpirsînê de ji bo dilsoziya xwe ya bi PKK'ê re vebêje dirûþme berz dike û dibêje ji bo Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan wî ev çalakî pêk aniye. Ew 7 saetan li nexweþxaneya Park a Mêrdînê rawestandin. Li wê derê jî tenê serum dan wî. Bi zanebûn birayê min terkî mirinê kirin. Me li nexweþxaneyên ku unîteya þewatê lê heye ya 81 bajarên Tirkiyeyê geriya lê hemû jî tijî bûn. Ji bo birayê min bidin jiyîn tu hewldan nehatin nîþandan. Birayê min fîdaneke 15 salî bû. Ev bûyer ne ew qasî hêsan e. Heke bi rastî jî mudaxaleyeke cidî hatiba kirin belkî birayê min niha dê jiyaba. Em ê hisaba vê bipirsin.” Hevala Firat a dibistana seretayî û navîn Umran Kiliç jî diyar kir ku ji zarokatiyê bi Firat re heval e û got ew ji ber rewþê gelek xemgîn in.
NAMEYA ÎZGÎN
ÎZGÎN beriya çalakiyê pêk bîne di rûpelek a lênûska xwe de ve hevok nivîsandibûn: “Destpêkê ji birêz Ocalan û piþtre jî ji hemû gelê Kurdistanê ji bo vê çalakiyê destûrê dixwazim û pêk tînim. Ez niha bedenê xwe didim ber agir, lê bila neyê jibîrkirin ku ez vê çalakiyê ji bo gelê xwe pêk tînim. Ez dixwazim bibim dengê aþtiyê, wekî hemû hevalên xwe yên bedenê xwe dane ber agir... Ez naxwazim kesek xemgîn bibe. Gora min bi ala Kurdistanê bixemilînin. Ez hemû gelê Kurdistanê û gerîla bi hezkirineke jidil û rêzdarî hembêz dikim.MÊRDÎN -DÎHA
Ev nûçe 202 car hate xwendin.
Yên pêsî ||
ên pistî >>