AZADIYA WELAT - RÛPELA PÊSIN
 
Add a comment
Recommend
Print
Tomar bike
Font Size : 12 punto14 punto16 punto18 punto

16 Aralik 2011 07:08
‘Em ê heta serkeftinê li ber xwe bidin’

‘Em ê heta serkeftinê li ber xwe bidin’ Cenazeyê Endamê HPG’ê Fuat Kiziltaþ ê ku li navçeya Kanîreþê ya Çewlikê jiyana xwe ji dest da li Wanê bi pankarta ‘Teslîmbûn îxanet e, serkeftin bi berxwedanê tê, Em ê heya serkeftinê berxwe bidin’ hate definkirin

Cenazeyê endamê HPG’ê Fuat Kiziltaþ ê ku li navçeya Kanîreþê ya Çewlikê jiyana xwe ji dest da ji aliyê malbatê ve li Saziya Tipa Edlî ya Meletiyê hate girtin. Cenazeyê Kiziltaþ li gundê Kanîreþê ya navçeya Elbakê ya Wanê ji aliyê hezaran kesî ve hate definkirin. Cenazeyê Kiziltaþ li riya Wan û Payîzavayê ji aliyê rêveberên BDP’ê yên bajar û navçeyan, endamên MEYADER, þaredar, endamên mecliîsa bajar û hezaran kesan ve bi pankrata ‘Teslîmbûn îxanet e, serkeftin bi berxwedanê tê, em ê heya serkeftinê berxwe bidin’ hate pêþwazîkirin.
Di pêþwazîkirinê de gelek alên PKK, KCK û PJAK’ê hatin vekirin û sloganên “Biji serok Apo”, “Qatîl Erdogan” û “Þehîd namirin” hatin berzkirin. Piþtî pêþwazîkirinê cenazeyê Kiziltaþ bi konvoyekî qelebalix ber bi gundê Kanîreþê ve bi rê ket. Dema ku konvoya cenaze ber bi gund ve diçû gundên li ser riyê bi alên PKK’ê û sloganan hate pêþwazîkirin. Cenazeyê endamê HPG’ê Kiziltaþ li ketina gundê Kanîreþê ji aliyê sedan kesan ve hate pêþwazîkirin.
Piþtî cenaze li ketina gund hate pêþwazîkirin, hemû welatî ji wesayîtan hatin xwarê û darbesta Kiziltaþ a bi ala PKK’ê hate dorpêçkirin hate hilgirtin û ber bi goristanê ve bi rê xistin. Cenazeyê bi meþê anîn goristanê bi hezaran kesan ji bo nimêja cenaze rêz girtin. Piþtî nimêjê cenazeyê Kiziltaþ bi slogana ‘þehîd namirin’ hate definkirin. Piþtî rêzgirtinê girseyê slogana ‘Þehîd namirin’ berz kirin.Piþtî merasîma cenaze Serokê MEYADER’ê Îbrahîm Alkan, axaftinek kir û wiha got: “Îro me ji canê xwe perçeyekî din da axê. Hevalê Fuat ttêkoþiya. Heya dawiyê li berxwe da. Serê hemû gelê kurd sax be.”
Piþtre Hevserokê BDP’a Wanê Cuneyt Canîþ jî axivî û wiha got: “Ji ber polîtîkayên qirêj her roj em ji canê xwe parçeyekî didin axê. Divê ji bo êdî mirin çênebin em têkoþînê bilind bikin.”Apê Kiziltaþ Eyup Kiziltaþ jî axivî û ji hemû kesên tevli merasîmê bûn spas kir.

AGAHIYA XEMGÎN
Hate zanîn ku dayik û bavên Kiziltaþ jî berê jiyana xwe ji dest dane. Piþtî ev agahî ji aliyên kesên tevli merasîmê bûn ve hate zanîn demên hestiyar hatin jiyîn û gelek kes giriyan. Hate zanîn ku ji ber dayik û bavên Kiziltaþ jiyana xwe ji dest dane dê taziyeya Kiziltaþ li gund li mala Apê wî Eyup Kiziltaþ bê qebûlkirin. WAN - DÎHA

Ev nûçe 302 car hate xwendin.
Yên pêsî || ên pistî >>
Add a comment

Bu habere yorum yazabilmeniz için üye olmanýz gerekiyor.
Ücretsiz üyelik için týklayýnýz!
Pêsniyar Bike
Vê Nuçe ji hevalê xwe re pêsniyar bike.
*Navê hevalê te:
*E-nameya te:
*Agahi :
 
* Dagirtina qadan tevan binêvê ye!
Sirove ( 0 / 0 )
Nûçeyên Nûçe
Nivîskar »
1
Ehmedê Huseynî

Sibehên þopa te

Tayîp Temel

Zemîna tifaqên nû

Azadiya Welat

» RSS  » Site Map
© 2011-2011 Azadiyawelat. A DM-News Company. All Rights Reserved. Terms under which this service is provided to you. Read our privacy guidelines. Contact us.