- RÛPELA PÊSIN
 
Add a comment
Print
Tomar bike
Font Size : 12 punto14 punto16 punto18 punto

08 Ekim 2011 07:43
‘Dixwazin destekê ji ser kurdan bibirin’

‘Dixwazin  destekê ji ser  kurdan bibirin’ Beriya niha weqfên alman ji ber piþtgirî dan gelê Bergamayê û niha jî didin kurdan tên sûcdarkirin. Li gorî çapemeniya alman, Erdogan beriya serdana xwe ya di meha mijdarê ya Almanyayê de, zend û bendên xwe bada. Kovara Der Spiegel a alman bal kiþand ku ligel ku weqfên alman hatin rojevê, operasyonên li ser kurdan dest pê kirin

Beriya niha weqfên alman ji ber piþtgirî dan gelê Bergamayê û niha jî didin kurdan tên sûcdarkirin. Li gorî çapemeniya alman, Erdogan beriya serdana xwe ya di meha mijdarê ya Almanyayê de, zend û bendên xwe bada. Kovara Der Spiegel a alman bal kiþand ku ligel ku weqfên alman hatin rojevê, operasyonên li ser kurdan dest pê kirin. Hevserokê Weqfa Heînrîch Boll Fucks wiha got: “Stratejiya hikûmetê ew e ku piþtgiriya navneteweyî ya ji bo kurdan bibire.”
Meha derbasbûyî heyeteke navneteweyî ku di nav de parlamenterên alman jî hebûn ji bo li ser gora komî ya li navçeya Þaxê ya Wanê ku tê diyarkirin ku cenazeyên 41 gerîlayan lê hatiye definkirin, lêkolîn bikin çûn Tirkiyeyê. Heyeta ku xwestibû li ser gora ku tê gotin cenazeyên gerîlaya alman Andera Wolf jî têde ye lêkolîn bike, li ser biryara walîtiyê ji aliyê cendirmeyan ve hatibû astengkirin. Çavdêriyên heyetê di çapemeniya Almanayê de cihek mezin girti. Piþtî ku di tebaxê de Org. Necdet Ozel bû Fermandarê Giþtî jî vê car “Sûcên þer” hatibû rojeva Almanyayê. Piþtî ku dîmên operasyona li gundê Ballikaya ya Þirnexê ku di bin fermandariya Ozel de 20 gerîlayên PKK’ê bi kimyasalê hatibûn kuþtin di ANF û Roj TV’ê de hatin weþandin Partiya Çep a Almanyayê dest bi tevgerê kir û mijar anî rojeva Meclisa Federal a Almanyayê. Di heman þiklidê de Serokkomarê Tirkiyeyê Abdullah Gul, piþtî ku li salona ew ê lê biaxive îxbara bombeyê hatibû kirin, diyar kiribû ku ew ji salonê dernakeve û wiha gotibû: “Kî tawizê bide terorê dê bedel jî bide. Ew ji navenda demokratîk a Almanyayê siûd digirin.” Lê Wezîrê Karê Hundir ê Almanyayê Hans-Peter Frîedrîch gotibû ku tu eleqeya PKK’ê bi vê îxbara bombeyê tuneye. Li gorî çapemeniya alman Gul dest vala ji Almanyayê vegeriyabû û ji ber vê jî hêr hêrs bûbû.
Piþtî van pêþveçûnan bi gotina kovara Der Spîegel a Alman, Serokwezîr Erdogan dest bi êrîþek plankirî kiriye.
Rojnameya Dîe Welt jî balkiþand ser serdana Erdogan ya Almanyayê ya di meha qanûn de. Rojname dinivse ku Erdogan, Almanya bi piþtgrî dayîna ‘Terorê’ tewambar dike.
Rêveberên weqfê yên ji rojnameyê re axivîn jî diyar kirin divê hikûmet Berlînê bersiv bide Erdogan. Mîchael Meîer ku dibêjin Meclisa Federal Almanyayê jî piþtgiriyê dide projeyên wan û wiha gotin: “Bila Hikumeta Berlînê me biparêze.” Ev ne cara yekê ye tên rojevê ji sala 2002’yan heta niha di her fersendê de bi hincetên “Li dijî ewlehiya dewletê tevdigerin” ev weqf û projeyên wan tên rojevê. BERLÎN

Ev nûçe 2152 car hate xwendin.
Yên pêsî || ên pistî >>
Add a comment

Bu habere yorum yazabilmeniz için üye olmanýz gerekiyor.
Ücretsiz üyelik için týklayýnýz!
Pêsniyar Bike
Vê Nuçe ji hevalê xwe re pêsniyar bike.
*Navê hevalê te:
*E-nameya te:
*Agahi :
 
* Dagirtina qadan tevan binêvê ye!
Sirove ( 0 / 0 )
Nûçeyên
» RSS  » Site Map