Hevserokê BDP’ê Selahatîn Demîrtaþ, di civînê de bal kiþand ser tecrîda li Îmraliyê, pêvçûna li çiyayê Cudiyê û operasyonên siyasî û da zanîn ku ev di çarçoveya plansaziyekê de tê birêvebirin.
Li Silopiya Þirnexê BDP’ê civîna gel li dar xisti. Hevserokê BDP’ê Selahatîn Demîrtaþ, parlamenter Îdrîs Balûken, rêveberên BDP’ê, endamên Însiyatîfa Dayikên Aþtiyê û nûnerên saziyên sivîl tevli civînê bûn. Civîn li Navenda Çandê ya Laleþê pêk hat.Di civînê de Demîrtaþ axivî û bal kiþand ser tecrîda li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û operasyonên leþkerî. Demîrtaþ, daxuyand ku hikûmeta AKP’ê li hemberî Þirnex û Colemêrgê polîtîkayên taybet dimeþîne.
Demîrtaþ wiha dirêjî da axaftina xwe: “Piþtî referandûmê wezîrê Karê Derve Beþîr Atalay herêm ziyaret kir. Di ziyarêtên xwe de qala plansaziyên xwe kir. Em dizanin ku ev plansazî çi ne. Niha li Þirnexê hilbijartî nîne. Herî dawiyê plansaziyên xwe yê komkijiya Roboskê pratîzekir. Bê navber li herêmê polîtîkayên taybet dimeþîne. Ev operasyonên siyasî û leþkerî di çarçoveya plansaziyekê de pêk tên.” Demîrtaþ, got ku lê gelê Botanê wekî her car dê bi sekna xwe li dijî polîtîkayên þer têkoþîneke mezin bide.
‘ÇI BÛ WE TECRÎD PÊK ANÎ’
Demîrtaþ balkiþand ser astengkirina hevdîtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha got: “Heta duh jî we heyetên xwe diþandin û hevdîtin pêk dihatin. We anî asta diyalog û muzakereyê. We protokolên xwe anîn asta îmzekirinê. Kesên ku we muxatab digirt, we rabû tecrîd li ser pêk anî. Em bêhurmetiyeke wisa qebûl nakin. We çima hevdîtin pêk dianîn. Ji ber ku we dizanî hêz û bandora wî li ser gel heye. Ji ber vê jî we heyetên xwe diþandin Îmraliyê û we protokolên xwe didan nîqaþkirin. Ev çi bû ku hun bi mehane tecrîdê pêk tînin. Hun parêzeran naþînin. Em vê bêhiqûqiyê, þantajê û bê cidiyetê qebûl nakin.”
Demîrtaþ di berdwamiya axaftin xwe de diyar kir ku divê hikûmet vê yekê aþkera bike û wiha got: “Divê ev tecrîd demildest bidawî bibe. Gelê botanê bihestiyare. Em li bendene ku hemû gelê kurd bi hestiyarî tevbigere.”
Demîrtaþ, bal kiþand ser operasyona ku li çiyayê Cudî hatî destpêkirin û da zanîn ku duh ve li Cudiyê pêvçun heye û li gorî agahiyên herêmî tê îdiakirin ku çekên kimyewî tên bikaranîn. Demîrtaþ, daxuyand ku divê welatiyên li herêmê li hemberî operasyonan baldar bin û hewcebe berê xwe bidin qadên operasyonê. ÞIRNEX- DÎHA
Ev nûçe 2351 car hate xwendin.
Yên pêsî ||
ên pistî >>