Di daxuyaniya ji bo balê bikîþînin ser rewþa girtiyê nexweþ de Sekreterê ÎHD’a Amedê Racî Bîlîcî axivî û diyar kir ku Mehmet Aras ji aliyê dewletê ve bi awayekî alenî hate qetilkirin. Hevseroka KCD’ê Aysel Tugluk jî axivî û wiha got: “Di kijan hiqûqê de girtina girtiyên nexweþ heye. Em çawa baweriya xwe bi vê hiqûqê bînin. Heke tu kurd bi hiqûq û adalet tuneye.”
ÎHD’a Amedê, Odeya Tabîbên Amedê, Federasyona Komeleyên Piþtgiriya Hiqûqî ya Malbatên Girtî û Hikûmxwaran (TUHAD-FED) û Nûnertiya Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê ya Amedê (TÎHV) ji bo balê bikþîne ser rewþa girtiyên nexweþ û mirina Mehmet Aras ê ku ji ber nexweþiya penceþêrê di girtîgehê jiyana xwe ji dest þermezar bikin li ber Girtîgeha Tîpa E ya Amedê daxuyanî dan çapemeniyê. Di daxuyaniyê de pankarta “Bila lorîkekî din ji girtîgehê bilind nebe” vekirin. Hevseroka KCD’ê Aysel Tugluk, endamên Meclîsa KCD’ê, nûnerên sendîkayên girêdayî KESK’ê û DÎSK’ê û gelek kesên din tevlî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de dowîzên “Îsmet Ablak di girtîgehê de jiyana xwe ji dest da”, “Latîf Bodur di girtîgehê de jiyana xwe ji dest da”, “Eyup Kaçar di girtîgehê de jiyana xwe ji dest da”, “Mehmet Artan di girtîgehê de jiyana xwe ji dest da” û “Mehmet Aras jî li girtîgehê jiyana xwe ji dest da” hatin hilgirtin. Sekreterê ÎHD’ê yê Amedê Racî Bîlîcî daxuyanî xwende. Bîlîcî, diyar kir ku wan di daxuyaniyên xwe yên borî de gotibûn “Bila li girtîgehan lorîkekî din bilind nebe” û wiha got: “Lê mixabin her roj lorîke ji girtîgehan bilind bibe. Têkoþîna girtiyên nexweþ yên di girtegehan de berdevam dike. Her roj girtiyekî nexweþ ji ber pirsgirêkên tendurîstiyê serlêdanan dikin.”
Bîlîcî, anî ziman ku wan gelek caran pirsgirêkên girtiyên nexweþ ên di girtgehan de jiyana xwe ji dest dan anîn ziman . Bîlîcî, da zanîn ku wan gelek caran serî li Serokomar, Wezareta Dadê û Saziyên tipa adlî dan lê her tim wan saziyan guhên xwe ji van pirsgirêkan re girtin. Bîlîcan, bal kiþand ser Mehmet Aras ê ku ji ber nexweþiya penceþêr di girtgehê de jiyana xwe ji dest da û wiha axivî: “Ji xwe ve cînayetek e. Ev cinayet bi awayekî elenî ji aliyê dewletê ve hate kirin.” Bîlîcî, diyar kir ku Aras yekemîn nin e û da zanîn ku di nava sala 2010’an de 16 girtiyan jiyan jiyana xwe ji dest dan e û wiha pê de çû: “Sala 2011’an jî hêdî hêdî digihije vê hejmarê. Li gorî lêkolînên ÎHD’ê di girtîgehan de 263 girtiyên nexweþ yên giran hene. Ji wan 135 ji ber nexweþiyên giran li benda mirinê ne.
Piþtî Bîlicî hevserokê KCD’ê Aysel Tugluk axivî û wiha got: “Ligel ku rapora Aras a mirinê hebû jî nehat tehliye kirin. Ev cinayeta dewletê ye. Tetîkêþên 1990’î hemû hatin berdan. Tecawuzkar hatin berdan. Kesên ji þikeyê hatine girtin hatin berdan. Lê girtiyên nexweþ nayên berdan. Di kijan hiquqê de ev heye. Heke hûn kurd bin edalet û hiquq tune.” AMED
Ev nûçe 468 car hate xwendin.
Yên pêsî ||
ên pistî >>