Ayla Aþçi keça Medîne Çolak’a ku ji keçên winda yên Dêrsîmê ye û ji qirkirina 1937-38’an zindî filitîbû û ewlat hatibû dayîn e. Ayla heya 15 saliya xwe jî ji wehþeta ku dayika wê jiya agahdar nebû û heta ne dizanî dayika wê Dêrsimiye jî. Ayla dema ku bi vê rastiyê hpesiya, matmayî ma û diyarkir ku, dayika wê nasnameya xwe ya rast ne tenê ji mirovên biyanî, heta bi salan ji zarokên xwe jî veþartibû.
Ayla bilêv kir ku, ne tenê jiyana dayika wê, mafê wan jî hatiye gasp kirin û ji roja ku bi vê diramê hesiya, heya roja îro cara yekem lingê xwe li axa Dêrsîmê dayî hemû tiþtên jiyan kirî û hestên xwe bi ANF’ê re parvekir.
Ayla û xwiþk/birayên wê bi salan difikirîn ku ew ji navçeya Çarþamba ya Samsûnê ne. Bavê wan yê sêwî û bi eslê xwe Ereb li gel meta xwe mezin bibû. Dayika xwe Medîne Çolak jî weke ku ji Erziromê ye dizanîn.
Ji ber ku di kirêyan de diman, di jiyana xwe de gelek mal guhertine. Her dem dema ku ji wan pirsa hûn ji kûderê ne dihat kirin, bersiva “Em Erziromî ne” di hat dayîn. Medîne Çolak (87), nasnameya xwe ya rast ne tenê ji biyaniyan, ji zarokên xwe jî veþartiye. Ji malbatê tenê hevjînê wê nasnameya wê ya rast dizanî. Ayla Aþçi van tiþtan vegotin:
“Naciye Ongen ku dayika min weke ewlat girtibû, me ew weke dapîr dizanî û Dawit jî weke bapîr di zanî. Em di cejna de diçûn cem wana. Lê belê sarbûnek hebû, tu tiþtê wan ji dil nebû. Wisan dana ber singê xwe û himbêz kirin tune bû. Bi awayek fermî destê xwe dirêj dikir û me maç dikir, dema ku em diçûn mala wan, me xwe dida quncekê û em di rûdiniþtin. Her tim ji min re digot; ‘Besê besê’ wisan ji min hes dikir. Min wan salan ew tiþt fêm nedikirin. Rojekê min temaþeyî qeyda dayika xwe kir, min ferq kir ku Dêrsim nivîsandiye. Dema ku min ji wê di pirsî, “Tiþtek wisan nîne, ne tu ji yekê re bêjî, ji tu kesê re nebêje, bila nezanin.” Dema ku wisan got, gelek ketibû serê min. Min gelek caran jêre got, çima kes bila nezane, ma wê çi çêbe, lê dayîka min mijar cih de diguhert û digirt. Travma û tirsa ku wê jiyan kirî, bi bû sedem ku veþêre û dengê xwe dernexe. Ger bêje ew Dêrsimiye wê bibe hedef, ji bo wê dihat wê wateyê. Tenê di taxê de bi yek du kesên wekî wê ji Dêrsimê bi zorî hatî sirgûn kirin hevaltî dikir. Gelek caran mêvan dihatin malê û min guhdarî sihbetên wan dikir û behsa qirkirinê dikirin.”
“Me Nacfiye Ongena ku dayika me ji xwere ewlad girtibû me dapîra xwe dizanibû.Me hevjînê Nacfiye jî kalê xwe dizanibû. Em di rojên teybet û di cejnan de diçûn cem wan. Lê di nsv me û wan de sarbûnek û dûrbûnek hebû, tuþtekî ku em ji dil parve bikin tunebû. Nacfiyeya ku min dapîra xwe dizanibû gavaku bi min þa dibû û ji nin hez dikir ji min re digot besê. Lê min wan salan ffêm nedikir ku çima ji mir dibê besê. Rojekê min li nasnameya dayika xwe rêrt û min ferq kir ku di nasnameya dayika min de Tuncelî Kalan di nivîse. Min ji dayika xwe pirsî dayika min got ‘ ji kesî re nebêje’ got. Lê ev ji bo min bû meraq. Lê dayika min ji min re tuþtek nedigot û nedixwest ku bi axive. Ji bo dayika min Dersim dihat wateya hedef gitinê ji ber wê jî nedixwest ku kesek pê zanibe.”
MÊJIYÊ MIN SEKINÎ
Dayika Medîne Çolak herî dawî ji ber kudandina keça xwe naqedîne û herî dawî rastiya xwe û serpehatiyên xwe ji keça xwere dibêje. Ayla ya 15 salî gava hîn dibe ku dayika wê ji Dêrsimê ye þokeke mezin derbas dike. Aþçi hestên xwe yê wê demê wiha vedibêje: “ Malbata Ongen min mezin kir, bi eslê xwe ji Dêrsim im dayika min ji nexweþiya zatûre jiyana xwe ji dest daye di 10 saki ya xwe de berpirsiyariya 2 xuþk û birayan girtiye ser xwe bavê wê , birayê wê yê mezin û 3 xwiþk û birayên wê di komkujiya Dêrsimê de hatine qetil kirin. Gava ku ez rastiya xwe hîn bûm min dît ku jiyanek tijî derew ji aliyê pergalê de bi me dane jiyîn”
Ayla Aþçi hestên xwe yê cara yekem ku çûye Dersimê jî wiha tîne ziman: “ Ew pêþwazîkirina ji dil ya Dêrsimiya ji bo min ez gelek hestiyarkirim. Min ev heskirina wiha germ tenê bi dayikaxwer dîtibû li hember xwe. Lê li dêrsimê ew hestên dayika mjin bi hemû dayikan re hebûn ji ber ku ez bûm Dêrsimî ez gelek keyfxweþ bûm.
WALÎ ÎMHA KIRI YE
Ayla Aþçi diyar kir ku dayika min ji maf fêmnedikir lê dema ku li Dêrsimê lêkolîn hat kirin aþkera bû ku di komkujiyê de hemû malbata xwe windakiriye. Aþçi destnîþan kir ku divê kumkujiyê de tenê ewraqa Medîne Gungor û tenê ew xwediyê mîrasê ew mabû.
Aþçi da zanîn ku “ ji bo dayika min ji 86’an de ji aliyê bapîrê min erd mabû, lê belê Seyît Alî Gungor li ser hemû malî rûniþtibû. Diwê demê ez çûm îdareya taybet a bajarê Dêrsimê min ji wan re got xwediyê mîrasî dayika mine. Evraqên ku dayîn min herçiqasî ku bi belge jî bin dayika min tu carî mafê xwe negirtiye. Ayþi bilêv kir ku ez beriya niha sê salan dîsan çûm Dêrsimê û li îdareya taybet a bajêr hêjan evraqên dayika min li wirbûn min xwest ez lêkolîn bikim. Memûrê ku bi mere eleqederbûyî navê dayika min da û rewþ vegot da zanîn ku deftera ku di sala 1937’an de min jî walî xwest wali jî, ewraqên ku disala 1937-38’an de mayîn got îmha kirîne. Kaxezekî neyînî da destê me, em carek din rêkirîn.”
Aþçi li ser lêborîn Serokwezîr Erdogan jî nêrîna xwe anî ziman. Ayþa bilêv kir ku Ev tiþtekî baþe lê lêborînekî ku kêm mayiye. Aþçi pirs kir ku; “ Madem ew belge di destê wedebû çima heya niha pir caran ji bo vekirina arþîvan pêþniyar hatin kirin, lê çima ne hatin vekirin”, “ Ger ku samîmiye di lêborîna xwede di destpêkê de bila ev arþîvên ku bi salan ne tên veþartin bila aþkera bikin. Bi hezaran kes mîna me gorên malbatên xwe nizane li kûye. Gelo avêtin li kû, li wir binaxkirin, yan jî wisan hiþtin û çûn? Bila Dêrsim dîsan vegere navê xwe yê berê.Aþçi derbirî ku divê yên ku axa me tune dikin, mirovan koç dikin û bendavan çê dikin divê demil dest rawestînin û gundên ku di sala 1994’an de hatîn valekirin bên dayîn”Aþçi herî dawî got ez tu wateyê nadin daxuyaniya Serokê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglu ji ber “ ji ber ku Kiliçdaroglu wek ewladê axa Dêrsimê ye di sinifê de maye û di çavên me hemû yan de ketiye, di destpêkê de wek mirov û piþt re jî weke Dêrsimî”. STENBOL - ANF
Ev nûçe 335 car hate xwendin.
Yên pêsî ||
ên pistî >>