Bêrîtana rengînî weke çûka çiyan ya 12 rengî, çawa bi xwe re tevayî rengên xwezayê dicivîne û bi yek ahengê, mirov li hember ciwaniya wê ya bê hempa matmayî dimîne, wiqasî bi lez u bez di tevgere, weke sihrê, nahêle mirov ji ciwaniya wê têr bibe.
Ev ji aliyê Akademiya Jina Azad a Qendîlê ve hatiye nivîsîn û baldikiþîne ser qehremaniya Bêrîtan û wiha dibêje: Dema Bêrîtan tê gotin, nizanim çima ew çûka 12 rengî tê bîra min, ew qasî rengîn bu, bi suruþtê re di nava ahengiyê de bu, xwe zu - zu nudikir. Pir bi liv u tevger bu, mirov dikarî her carê bi wê re aliyên nuhtir bidîta. Bi qasî ku þerger bu, wi qasî jî hunermend bu, her ew qasî jî wêrek bu, jinek di deruniya xwe de azad bu. Bi giþtî bi mirovan re kêm u kurtî derdikevin u aliyên ne xweþik li gel yên xweþik bi cih dibin, lê belê heval Bêrîtan bi qasî ez pê re jiyam , ez tu caran jê zivêr nebum u min tu taybetiyên wê yê neciwan nedît. Ew kesayetiyek kêm kêmasî dikir, lawaziyên wê kêm bun, ji ber vê yekê jî pir dihate hezkirin u di karê xwe de her dem serkeftin bi destdixist. Bi rastî jineke azad û xweza bu.
HÎN BÊHTIR MEZINBÛ
Piþtî þehadeta wê her rojek derbas dibû, hîna bêtir di çavên min de mezintir dibû, mîna entîkeyeke dîrokî, her ku kevin dibe ew qas bi nirx dibe, ez bawerim heval Bêrîtan çiqasî mirov lêdikole dikare tiþtên hîna nutir di kesayetiya wê de aþkera bike.
Þerê wê, evîna wê ya mezin û bê sînor, têgeha wê ji jiyanê re, hêviya wê bi azadiyê û serkeftinê, mirov dikare bi awayekî giþtî û aþkera di helbesta wê de ya bi navê “Gula min” bibîne. Hemû kesê dixwaze Bêrîtan nasbike, girînge, berî her tiþtî helbestên wê bi xwîne.
Belkî tevlibuna heval Bêrîtan di sala 1991’an de ji nava derdorek xwendevan û rewþenbîr ji navçeyeke wek Koçgîrê zêde balkêþ nebe, ji ber ku di salên destpêkê ji salên 90 hejmarek mezin ji xwendevan û rewþenbîran ji her çar hêlên Kurdistan ê tevli refê þoreþa netewî bun, di encama serhildanên gelêrî ku li bakurê Kurdistan ê bi awayekî kur destpêkiri bi tevayî gel rakiribû li ser piyan. Lê belê çi hiþt heval Bêrîtan cuda be ji tevayî kesên din yên tevlê bibûn, yanî taybetmediyên ku Bêrîtan kirin Bêrîtan çibun?
BÊRÎTAN YEKE
Navê wê yê nehînî yê destpêkê ‘ Binevþ’ bu, piþtra ewê bi xwe kiriye Bêrîtan,dema min ji wê pirskir te çima navê xwe guhrtiye? bersiv wiha da min û got “ Bêrîtan navê eþîretekêye li Dêrsimê dibe ku ez bi xwe jî ji wê eþêretê bim”. Heval Bêrîtan, dema navê xwe guherand, gava yekemîn avêt, di azadiya bîr û rayê de, ewê hêza hilbijartina azad de nîþan dan. Belkî pir Bêrîtanan navê xwe li wê kirin, lê ez bawerim ew yek bu û ducar nabe.
GULA XWE BÛ
Bavê heval Bêrîtan xwedî malbatek bi zarok buye û ji hêlên madî de hejar buye. Bêrîtan jî ji ber ku ola xwe elewî bu, di hêlên sosyal de vekirî û têkildarbû. Têkiliyên wê bi gîranê di gel kesên rewþenbîr û entelektowel bûye. Ev taybetmendiya li ba heval Bêrîtan bingeheke çandî û hunerî avakiribu, yanî jinek normal nebu, xwedî armanc, hêvî u bawerî bu. Ew ji deriyekî berfireh ve ketibu nava tekoþîna jýyanê. Li zanko têkiliyek evîndarî bi hevalekî xweyî xwendinê re danî bu. Lê dema naskirina wê bi Partiyê re çêdibe, wî jî bi xwere tîne û tevli refên þoreþê dibe. Ewê pir jê hezdikir, lê dizanîbû çawa hezkirina xwe mezinbike. Dema soz û biryara xwe ya Partîbunê da ji wê gavê u pêve xiyanet bi evîna xwere nekir. Di nameyek xwede ji hevalê xwere dinivîse û dibêje “ ez ji te pir hezdikim, lê li min bibore, ez ji welatê xwe û Partiya xwe ji te bêtir hezdikim” . Ewê ji ber ku rast hezdikir û pîvanê hezkirina xwe danî bu, ji ber hezkirina xwe fedî nedikir, ji bo wê jî hestên xwe bi aþkerayî tanî ser ziman. Bêrîtan gula evîna xwe bu, gula xwe bi rengê tekoþînê sorkiribu. Vê rastiya di têkiliyên xwe de jî pêktanî, di wextekî de ku nu nu keç û xortên kurd li meydana çiyan digihaþtin hev, nikarîn zû bi zû xwe bi hestên netewî yî hedemî re bikin yek, li ba heval Bêrîtan problemek wiha tunebû, her dem li pêþ di ramiya, bêhempa bu.
DENGÊ GERÎLA
Di zivistana 91-92’an de cihê xwe di xebata ragihandinê de girt, wê demê bîroya ragihindinê di bingeha Biryargeha Partî ya duwemîn li Xakurkê hatibu sazkirin û (2) kovar dihatin weþandin, kovara “Dengê Gerîla” ji hêla þaxê jinan ve dihate weþandin. Heval Bêrîtan cihê xwe di birêvebiriya wê de digirt. Di karê ragihandinê de jî bi awayekî afirandî jîrektiya xwe da diyarkirin. Di nivîsên wê de zelaliya ramanên wê yên îdeolojîk, her wiha têgihiþtina wê ji rêbaza Serokatî û Partiyî re xweþ diyardibu. Di wan salan de hîna rastiya zayendî çiye ne çiye nehatibû naskirin, her wiha hevalên jin tevli têkoþîna giþtî dibûn, lê hîna wate nedidan þoreþa civakî û têkoþîna zayendî. Heval Bêrîtan li hemberî tevayî hewildanên derveyî rêbaza Partî dikete nava têkoþînê, di kesayetiya xwede taybetmendiyên milîtaniyê pêktanî, ewê xwe ji têkoþîna çinayetî ne dida paþ û ne teslîm dibû. Ew azadiya xwe ya hundirîn bi pîvanên Partiyê yê azadiyê re nû dikir yek û wiha hêza berxwedanê ji xwere peyda dikir.
ÞOREÞA JINAN
Di salên 91-92’an de û dema hejmara jinan zêde bu di nava refên gerîla de,bangewaziya Serokatiya netewî ji bo tevlêbuna jinan pir berfirehbû nirxekî mezin dida rêbertiya jinan, ne tenê wiha “þoreþa Kudistan ê þoreþa jinê didît” beramberî vê bangewaziya Serokatiyê hewildanên durxistina jinê û bê parhiþtina wê ji þer û têkoþînê dihatin li pêþxistin,ji hêla kesên berpirsyar ku taybetmendiyên çîna derebeg bi xwere hildigirtin. Pratîka tunekirinê bi destê Þemdin Saqiq pêþket, di bin navê jin bargiranî çêdikin li ser artêþê. Bê guman ew piratîka bi giþtî li dijî hewildanên Serokê netewî bun û bi armanca vala derxistina rêbaza wî bu. Di eynî wextê de li navça Xakurkê ku biryargeha Partiyê ya duwemîn lê bi cih dibu, hewildanên wekî yê Amed ê dihatin kirin, ancax bi awayekî din, tevayî nêzîkatiyên dihatin kirin cudahiya xwe ji pîvanên civakê tunebun, fermanên ku jin serê xwe dapoþe didan, her weha jin pêwîste cihê xwe di enya paþde bigre, ji ber ku bargiranî dikin li ser artêþê û tiþtin wekî vana. Her çendî jin di metirsiya van nêzîkatiyên paþverû de bi giþtî tênedigihiþtin,lê belê jinên têgihiþtî dikarîn rastî bidîtana, ewan dizanîn rastiyên derveyî rêbaza Partiyê ne, ji ber wê jî dest bi tekoþînê kirin li her deveran u teslîm nebun ji wan têgehên paþverû re. Çawa têkoþîna çekdarî bi armanca rakirina biryara mandelkirinê li ser doza kurd bu, her wiha jî tevlêbuna jinê ji tekoþîna çekdarî re ji bo rakirina mandelkirinê li ser mafê wê bu. Jin êdî di van bîr û baweriya de gihiþtibû têkoþînek bilind diyarkir ji bo xwe daspîne (îspatbike). Ji bo vana jinan her karê ku zilam dikir, ewê jî dikir, bi her awayî xwe perwerde dikir, ji hêlên fizîkê, îdeolojî u piratîkî ve.
QÎRÎNÊ XIYANET TÊKBIR
Bi qîrîna heval Bêrîtan re xiyanet u paþverutî hate darizandin u ruyî wanî reþ hate eþkerakirin ji tevayî gelê Kurd re. Ewê bi çalakiya xwe zaboqek (vîracek)nu di þoreþa netewî de vekir u astê milîtaniyê bilindkir. Bu nunera rêbaza Sarokatiyê u di kesayetiya xwe de bi serxist. Serokatî di xwend u di ramanên wî u di îdeolojiya azadýyê de dighaþt u di kesayetiya xwe de pêktanî, hêza xwe ya raman kirinê girêdayî rastiyên Serokatiyê rêkdixist. Di raporeke xwe de ku di bahara sala 1992’an de ji Serokatî re nivîsî bu, diyarkiri bu ku ew dixwezi romana Serokatî binivîse. Tê zanîn romanivîsîn hêzeke mezin, wêrekî, xeyal û wêjevaniyeke bilind dixwaze, ji xwe biryara nivîsandina romana Serokatiyê wiha karekî hêsan nîne. Heval Bêrîtan ew hêza di xwede didît, wêrekiya wê ji pêkariya wê dihat, ew wêjevan û helbestvanek bi hêz bu û ez di wê baweriyê dabûm ku ew sax bima wê soza xwe bi awayekî afirandî pêkbaniya.
Ewê xwe bi rêbaza þehîdên dozê re kiribu yek û di riya wan de bi pêdaçûn (israr) û bawerî diçû. Qîrîna Bêrîtan ya li hemberî xiyanetê, weke zengilekî deng vedida di mejî, wijdan û dilên me de û êdî di cergê axa Kurdistan ê de bi sedan Bêrîtan zan hene.
Gulnaz Karataþ (Bêrîtan) jineke pêþeng û têkoþer bû
Heval Bêrîtan yek ji wan jinên rêber buye ku berî tevayî jinan bêhna metirsiyê kir, pilanên li ser tekoþîna azadiya jinê digerîn famkir, ji ber wê jî ket nava hewildanên bê hempa da ku bide pejirandin ew dikare tevli þer bibe, ne tenê weha dikare komek ji hevalên jin jî bi xwere bide þerkirin. Her roj heval Bêrîtan ezmunên xwe li pêþdixist, xwe fêrî tevayî pidiviyên leþkerî dikir.
BAWERÎ DA
Bêrîtanê bawerî da partiyê û wiha xwe da pejirandin. Cara yekem bu wê tevayî bendên ku li pêþ jinan hatibun danîn hilweþand weke tîrekî ji kevanê derket. Li meydana þer bi her awayî ji bo bi çespîne ku jin dikare bi serkeftin þerbike dida bawerkirin. Hezkirin lihevhatibun, yekbun û hevaltî, nav û nîþana wê komê bu. Bi vî awayî ew kom bû tovê bi artêþbûna jinê. Heval Bêrîtan bi hestyariya xwe û giyanê berpirsyariyê yî mezin rêbertî ji vê pêngavê re kir. Bi baþdarbuna gurupê ji çalakiya “Rûbarok” re, xebat gihiþt lutka xwe, di wê çalakiyê de heval Bêrîtan bi xwe di refên pêþde di êrîþê bi xwede cihê xwe girt. Birîndariya wê di wê çalakiyê de wê xistibû nava hestekî pir bilind de, mîna aþiqek di roja cejna aþiqan de gulek sor diyarî bigre. Ewê wiha ji birîna ser ruyê xwe çoþ digirt û pê serbilind dibû. Hîna birîna wê û ya hevalên wê xwîn li ser zuha nebibû, bi hezaran pêþmergên Partiya Demokrata Kurdistan PDK û Yekîtiya Niþtimaniya Kurdistan YNK bi hevkariya artêþa dewleta Tirk pilangeriyek mezin li darxistin bi armanca dorpêçkirina hêzên Partiya Karkerên Kurdistanê li Botan û Zagrosê rakirina wan ji holê. Navê çalakiya ku Amerîka û Israîl jî têde destek dikirin, kiribûn “sandawîç” yanî wê hêzên gerîlla dorpêç bikirina û tûnebikirana .
JI HEMÛ ALIYAN DE DIHATIN
Ji hemû aliyan de leþker û pêþmerge dihatin, agir ji top û firokan dibariya. Gerîla ketin nava þerê man û nemanê, gerîlayan di berxwedan, lê berxwedana jinan pir cuda u balkêþ bu, ewan ji zilaman bêtir wêrekî û mêrxasî dan diyarkirin, li tevayî meydanan gerîlayên jin hunerek û afîrandineke pê hempa dan nîþandan.
QENDÎL - ANF
Ev nûçe 1128 car hate xwendin.
Yên pêsî ||
ên pistî >>