AZADIYA WELAT - RÛPELA PÊSIN
 
Add a comment
Recommend
Print
Tomar bike
Font Size : 12 punto14 punto16 punto18 punto

18 Aralik 2011 08:52
‘Bi destê dewletê hatin kustin’

‘Bi destê dewletê hatin kustin’ Xizmên windayan têkoþîna xwe didomînin. Endama Komîsyona Windayan a ÎHD’ê Necîbe Guneþ Perînçek wiha got: “Me tu samîmiyet nedît. Serokwezîr bang li Sûriyeyê dike dibêje ‘mirovan nekujin’ Li vir li nav kolanan mirov tên qetilkirin.”

ÎHD’a Amedê û xizmên windayan çalakiya xwe ya 149’emîn li ber Abîdeya Mafê Jiyanê ya li Parka Koþuyoluyê li dar xistin. Alîkarê Serokê Giþtî yê CHP’ê û Parlamenterê Stenbolê Sezgîn Tanirkulu, rêveberên ÎHD’ê û xizmên windayan tevli çalakiyê bûn. Endama Komîsyona Windayan a ÎHD’a Amedê Necîbe Guneþ Perînçek, diyar kir ku kesên di bûyerên kiryar nediyar de hatin windakirin ji aliyê ‘Qatilên kîrêkirî’ yên ji îtîrafkar, MÎT û JÎTEM’ê pêktên ve hatin kirin. Perînçek, anî ziman ku ligel ev yek tê zanîn tu tiþt nayên kirin. Perînçek, da zanîn ku navên kesên di van cînayetan de derbas dibin di dosyayên lêpirsînê de cih nagirin. Perînçek, bi lêv kir ku minaka vê yekê 7 kesên li gorî îfadeyên Endamê JÎTEM’ê Ayhan Çarkin hatin girtin û piþtre jî serbest hatin berdan e. Perînçek wiha got: “Em baweriyê bi vê yekê naynin. Me heye nihat tu samîmiyet nedît. Gelo çima komîsyona jor na ya jêr tê avakirin? Serokwezîr bang li Suriyeyê dike dibêje ‘mirovan nekujin’ Li vir li nava kolanan mirov tên qetilkirin. Heke hûn samîmî bin komîsyona jor ava bikin.”
Alîkarê Serokê Giþtî yê CHP’ê û Parlamenterê Stenbolê Sezgîn Tanrikulu yê ku bi armanca piþtgiriyê bide çalakiyê tevli çalakiyê bû û wêneyê Hasan Kaya yê di sala 1993’yan de li Xerpêtê hate windakirin hilgirt jî diyar kir ku ji ber cînayet bi destê dewletê hatin kirin heya niha tu encam nehatin girtin. Tanrikulu, anî ziman ku di nav kesên hatin windakirin de gelek kes dinasin û yek ji van jî Necatî Aydin ê piþtî binçavkirinê ji aliyê DGM’ê ve serbesta hate berdan û piþtre hate revandin bû û wiha got: “Necatî Aydin ji aliyê DGM’ê ve serbest hate berdan û piþtre hate revandin û min ev yekê dît. Ez þahidê vê dozê me. Ez çû DMME’yê mîn îfade da. Lê hikûmet li hemberî siyasetmedarên vî gelî hilberandin mert nebû. Doz nayên vekiri. Apê Fîkrî (Fîkrî Ozgen ê 73 salî) hêj nehate revandin 2 saet berê li DGM’ê di odeya JÎTEM’ê de bû. Ez çûm cem dozger. Heke dozger 2 deqîqe berê hatiba odeya JÎTEM’ê Apê Fîkrî nedihate windakirin.”
Tanrikulu, da zanîn ku hemû hewldanên wan ên têkildarî bûyerên kiryar nediyar de ji aliyê AKP’ê ve hatine redkirin û wiha axaftina xwe berdewam kir: “Têkildarî van cînayetan de jî berxwedana qanûnçêkeran jî berdevam dike. Ez bang li hikûmeta AKP’ê û qanûnçêkeran dikim. Madeyên têkildarî bûyerên kiryar nediyar ê demboriyê rakirin. Bila li Meclisê li gorî þertên cîhanê komîsyonekî xweser bê avakirin.”
Piþtî axaftina Tanrikulu Endama Komîsyan Windayan a ÎHD’a Amedê Necîbe Guneþ Perînçek çîroka windabûna Omer Solmaz û Ramazan Maþuk ên di sala 1993’yan li navçeya Silopî ya Þirnexê hatin binçavkirin û piþt re hatin windakirin vegot.

LI ÊLIHÊ JÎ HEMAN ÇALAKÎ
Endamên ÎHD’ê û xizmên windayan li Êlihê ji bi heman armancê li Kolanan Gulistanê çalakî li dar xistin. Serokê Þaxa ÎHD’ê Osman Kuntaþ, Endama Lijneya Kordînasyona KCD’ê û Parlamentera Êlihê Ayla Akat Ata, Endama Meclisa BDP’ê Cihan Sincar, Wekîlê Þaredarê Êlihê Serhat Temel, nûnerên rêxistinên sivîl ên civak, xizmên windayan û gelek kesên din tevli çalakiyê bûn. Rêveberê ÎHD’a Êlihê Nîhat Ekîncî, diyar kir ku têkoþîna wan a bo aqûbeta windayan bê dîyarkirin dê bidome. AMED / ÊLIH - DÎHA

Ev nûçe 184 car hate xwendin.
Yên pêsî || ên pistî >>
Add a comment

Bu habere yorum yazabilmeniz için üye olmanýz gerekiyor.
Ücretsiz üyelik için týklayýnýz!
Pêsniyar Bike
Vê Nuçe ji hevalê xwe re pêsniyar bike.
*Navê hevalê te:
*E-nameya te:
*Agahi :
 
* Dagirtina qadan tevan binêvê ye!
Sirove ( 0 / 0 )
Nûçeyên Nûçe
Nivîskar »
1
Ehmedê Huseynî

Sibehên þopa te

Tayîp Temel

Zemîna tifaqên nû

Azadiya Welat

» RSS  » Site Map
© 2011-2011 Azadiyawelat. A DM-News Company. All Rights Reserved. Terms under which this service is provided to you. Read our privacy guidelines. Contact us.